PeyamaKurd - Di çarçoveya rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyê de, karwanê duyem ê koçberên ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê îro (4ê Nîsana 2026an) ji bajarê Qamişlê ber bi warê xwe ve bi rê ket.
Ev karwan ji nêzîkî 200 malbatan pêk tê ku piştî salên dûrbûnê, vedigerin ser mal û milkên xwe yên li Efrîn, Raco û Şêrawayê.
Li gorî agahiyan, karwanê koçberan ji 15 otobus, 46 kamyon û bi dehan wesayîtên taybet pêk tê. Koçber di saetên serê sibê de di ser rêya navdewletî ya M4ê re derbas bûn û ber bi herêma Efrînê ve bi rê ketin.
Beriya vî karwanî, di 9ê Adara 2026an de karwanê yekem yê ku ji 400 malbatan pêk dihat vegeriyabû Efrînê.