PeyamaKurd – Li Fransayê car duyê êrîşa sîberî kirin ser depoyên xidayan yên sarincan û germa sarincan ya ku -22 dereceye, derxistin 150 dereceyê. Li ser êrîşê ew xida û xwarinên ku di sarincan de bûn, piraniya wan ji ber germê xerab bûn û avêtin ser ciyê gilêşan.
Her çendîn li ser êrîşê xebata lêkolînê dewam dike jî talûka zencîra dewama xwarin û xidayan li Fransayê ket talûkê. Daxistina germa sarincan an ku depoyên cemedê ji dûr de, bi cîhazan hatiye kirin.
Di serî de jî ew depoyên ku bi teknolojiya Îtalyayê ya şîrketa Dixellê bikar tînin, eyarên germa wan ji dûr de hatine guhertin.