PeyamaKurd – Kompaniya Taqa ya Îmaratî piştî stratejiya kompaniyê nirxandine, biryar daye ku pişkên xwe nefiroşin û ji Herêma Kurdistanê venekişe.
Li gor çavkaniyek ji nav kompaniyê diyar kiriye, ew xebatên xwe yên li kêlgeha petrolê ya Etrûşê didomînin û tevî liberçavgirtina bingehên jîngehê, di sektora petrol û gazê de pêş dikevin.
Hêjayî gotinê ye, ev di demekê de ye ku beriya niha Kompaniya Taqa ya Îmaratî ragihandibû ku ew pişkên xwe yên projeyên veberhênana petrolê ya li Herêma Kurdistanê difiroşin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin