Konsulê Polonya: Em amade ne têkiliyên xwe bipêş bixin

Dîroka Weşanê :
Konsulê Polonya: Em amade ne têkiliyên xwe bipêş bixin

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 17ê Kanûnê li paytext Hewlêrê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Komara Polonya yê li Herêma Kurdistanê Maciej Zajdtel kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Barzanî destpêkirina kar li Konsulê nû yê Polonyayê pîroz kir.

 Mesrûr Barzanî, herwiha hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo biserxistina erkê wî anî ziman.

Konsulê Giştî yê Polandayê jî amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina têkiliyan bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de, xasma jî di warên bazirganî û perwerdeyê de, tekez kir.

Konsulê Polonyayê jî amadebuna welatê xwe ji bo bipêşxistina têkiliyên ligel Herêma Kurdistanê anî ziman.