PeyamaKurd – Artêşa Erebî ya Sûriyeyê vekirina korîdorek mirovî ji bo derxistina sivîlan ji deverên gundewarî yên rojhilatê Helebê ragihand, ku ew wekî "herêmeke leşkerî" îlan kiriye.
Rêya tehliyekirinê: Otoyola M15
Daxuyaniyek ji Maseya Operasyonên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê destnîşan kir ku ji bo sivîlên ku dixwazin ji wargehên li gundewarên rojhilatê Helebê ber bi navenda bajêr ve biçin, rêyek ewle hatiye danîn.
Tehliyekirin wê bi rêya gundê Hemîme, li ser rêya stratejîk a M15 ku bajarokê Deir Hafer bi Helebê ve girêdide, pêk were.
Korîdor wê îro di navbera saet 09:00 û 17:00 de ji bo derbasbûnên sivîlan vekirî be.