PeyamaKurd – Koşka Spî berevajî daxuyaniyên pêş medyayê yên Trump û Erdogan daxuyaniyeke derbarê hevdîtina herdu serokan de belav kir û bi zimanekî dîpolamatîk û hişk li ser S-400ên Rûsî û mijarên nakok hişyarî da Tirkiyê.
Di daxuyaniya Koşka Spî de, ji bo pêşxistina pêwendiyên bi Tirkiyê re S-400ên Rûsî hatin bibîrxistin û hat gotin ku çareserkirina kêşeyan ji bo hevkariya Amerîka-Tirkiyê ya berevaniyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo zehmetiyên pêwendiyên bi Tirkiyê re werin rakirin, pêwîstî bi dîyalog û dîplomasiyeke dualî heye û ev yek ji bo berjewendiyên Amerîkayê yên herêmî û derherêmî gelekî girîng e.
Koşka Spî hevpeymanîbûna NATO ya Tirkiyê jî bibîr xist û da zanîn ku pêwendiyên zêdetirî 90 salan ên berdewam li sûda herdu welatan bûne.
Di daxuyaniyê de hişyariya devjêberdana S-400ên Rûsî li Tirkiyê hat kirin û hat gotin ku Tirkiye di tunekirina DAIŞê de şirîkeke krîtîk e, li Afganistanê alîkariyeke girîng a NATOyê kiriye, yek ji dabînkerê parçeyên alavên leşkerî yê NATOyê ye û lewra jî ji bo di qadên din de pêşveçûn çêbibin, pêwîste kêşeya S-400an were çareserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin