PeyamaKurd – Hat ragihandin ku jineke Kurdê Êzidî ya bi navê Sahîre Qasm a 27 salî û kurê wê yê temen 7 salî piştî çend salan ji nav Kampa Holê ya DAIŞê ku di bin kontrola HSDê de ye hatine rizgarkirin.
Sahîre Qasm û kurê wê Heywanê 7 salî bixwe ji Telbenat a Rojhilatê Şengalê ne û dema êrîşa DAIŞê ya 2014an tevî 20 endamên malbatê hatibûn revandin û hê jî çarenivîsa 15 kesan ji wan nediyar e.
Heywanê kurê Sahîreyê temenê wî tenê yek sal bû dema hatin revandin, pişt rizgarbûna wan li kampa Holê, dema rojane li malên Êzidîyan in li Rojavaya Kurdistanê.
Kampa Holê ji alîyê Neteweyên Yekbûyî li nêzîk bajarokê Hol li ser sînorê Iraq û Suriyê ji destpêka sala 1991ê ve hatiye avakirin ku heta niha bi hezaran ji awareyên şer di nav wê kampê de koçber bûne û beşek ji wan jî malbatên çekdarên DAIŞê ne û Sahîre û kurê wê jî li cem malbatên DAIŞê bûn.
Ev jina Êzdî li gel destpêkirina şerê Baxozê, ku bi yek ji dijwartirîn şerên DAIŞê li Sûriya tê nasîn, hewil daye xwe derbas bike û rizgar bike.
Hevjînê Sahîreyê Mahir Mehmûd ji K24ê re ragihandiye ku zêdetir ji salekê ye rojane hewil didin daku wan rizgar bikin û bi hevkarîya nivîsîndgeha rizgarkirina revandîyan li Duhokê ew bi ser ketine ku wan rizgar bikin.
Mahîr Mehmûd dibêje ku zanyariyên wan hene ku hejmareke mezin ji kesûkarên wan di wê kampê de ne, lê nikarin wan rizgar bikin.
Di êrîşên DAIŞê yên ser Şengalê de 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatin piranî jin û zarok hatin revandin ku heta niha 3 hezar û 530 kes ji wan hatine rizgarkirin û hê aqûbeta 2 hezar û 887 kesan nediyar e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin