PeyamaKurd – Artêşa Ûkraynayê ragihand ku ji axa Belarûsê yekîneyên Rûsyayê fuzeyên İskender avêtin axa Ûkraynayê. Artêşa Ûkraynayê ragihandinê di ser hesabê xwe yê Facebookê de kiriye û di şeva 25 ê hezîranê de, ji ser sînorê bakûr ji devera Çernihivê ya axa Belarûsê fuzeyan avêtine axa Ûkraynayê.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku sîstema bergiriya hewayî gelek ji wan fuzeyan xistiye xwar. Artêşa Ûkraynayê weha got:
“Devera Çernihivê serê sibê siet di 5 an de ket ber bombardimana fuzeyan. Ji axa Belarûsê 20 roketan avêtin gundê Desnayê. Heya niha ziyana canî nehatiye ragihandin.”
Berya şer li gundê Desnayê 7.500 kes dijiya û gund ji Kîevê 70 km dûr e. Her weha navbera gund û sînorê Belarûsê jî 70 km.ye. Êrîş di roja ku serokê Rûsyayê Putin, li St. Petersburgê pêşwaziya serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko dikir de çêbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin