Amerîkayê mueyîdeyên nû li dijî Îranê sepandin

Amerîkayê mueyîdeyên nû li dijî Îranê sepandin

PeyamaKurd- Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragehand, mueyîdeyên nû li ser Komara Îslamî ya Îranê re sepandiye.

Herwiha hat diyarkirin ew mueyîde hemû wan projeyan li xwe re digre ku rasterast yan jî nerasterast din bin kontrola Supayê Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê de ne.

Li gor daxuyaniyê, bi nerîna wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, sepandina wan cezayan dibe sedema baştir çavdêriya bernameya atomî Îranê di warê sivîl de bê kirin. Herwiha mertirsîya belavbûna wê sinordar dike û şiyanên Îranê bo pêşxistina karê atomî ji nav dibe.

Li gor biryara Amerîkayê bo cezayên nû, firotin û veguhestina kanzayên xav, nîv duristkirî, Giravît, rejû ango komir, bernamesazî û hemû corên boriyên ji Îranê tên qedexe kirin.

Amerîkayê berê jî aboriya Îranê kiribû armanc û Banka Navendî ya Îranê jî kiribû lîsteyê. Rêveberiya Washingtonê herweha Serokê Olî yê Îranê Ayetullah Ali Xamaney, Wezîrê Derve  Cevad Zerif û Supayê Pasdarên Artêşa Îslamî jî xistibû lîsteyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin