Zelensky: Hewldan bi ser nekevin, wê serê sêyem ê cîhanê dest pê bike!

Zelensky: Hewldan bi ser nekevin, wê serê sêyem ê cîhanê dest pê bike!

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, ji kanala CNN a Amerîkayê re axivî û bal kişand ser girîngiya serketina mizakereyên navbera Ukraynay û Rûsyayê.

Zelensky got: "Bi nêrîna min divê em hemû şans û derfetên ji bo dîtina formatekê û hevdîtina ligel Pûtîn bikar bînin. Heger ev hewldan bi ser nekevin, ev tê wateya ku şerê sêyem ê cîhanê dest pê kiriye.”

Zelensky destnîşan kir, “Ez ji bo mizakereyên ligel wî (Pûtîn) amade me. Ev du salin jî amade bûm. Bêyî mizakereyan nebawerim em bikarin şer bidawî bînin.”

Herwiha Zelensky da xuyakirin, “Hêzên rûsî hatine kuştin û tunekirina me. Em jî bi bersiveke bihêz dikarin rûmeta gel û artêşa xwe nîşan bidin, lê mixabin rûmeta me nikare canên werin ji dest dan rizgar bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin