Qatar û Îmaratan balyozxanên xwe li welatên hev ji nûh de vedikin

Qatar û Îmaratan balyozxanên xwe li welatên hev ji nûh de vedikin

PeyamaKurd – Piştî 6 salan welatên Qatar û Îmaratan li welatên hev balyozxanên xwe vedikin. Li gor ragihandina malpera wezareta karên derve ya Îmaratan, Îmaratê îro biryarê da ku li Dohayê balyozxana xwe veke û Qatar jî li Abû Dabiyê konsulxana xwe ya Dubaiyê veke.

Birayara vekirina konsulxaneyên her dû dewletan li ser bingeha civîna Konseya Hevkariya Kendavê ya ku di sala 2021an de li Erebistana Saûdiyê li bajarê El-Ulayê hatibû kirin, hatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin