PeyamaKurd - Piştî hêrişa rejîma Îranê ya bi frokeyên bêmirov û mûşekên balîstîkî Îranê ya li dijî Îsraîlê, welatên Ereb ku qada xwe ya hewayî girtibûn, ji nû ve qadên xwe vekirin.
Urdun, Iraq û Lubnanê ragihandin ku wan qadên xwe yên asmanî ku ji ber hêrişa Îranê yaên li dijî Îsraîlê girtibûn, ji nû ve vekirin.
Televîzyona dewletê ya Lubnanê jî ragihand ku xebatên destpêkirina trafîka asmanî ji nû ve destpê kirine û welatî dikarin karên xwe yên geştê pêk bînin.
Piştî Urdunê desthilatdariya firokevaniya Iraqê jî ragihand ku di rewşa niha de metirsiya ewlehî hatine derbaskirin û ew ê qada hewayî ji nû ve vekin.
Ji aliyê din ve, Îsraîlê jî qada xwe ya esmanî ji nû ve vekir, lê belê rayedaran dane zanîn ku ew pêşbînî dikin ku bandora hêrişa Îranê ya li ser bernameyên frînê yên Tel Avîvê hê jî neqediyaye.
Kompaniya hewayî ya fermî ya Îsraîlê El Alê ragihand ku wan ji nû ve dest bi tevgera frînan kirine û ji bo bernameyên frînê di nêzîktirîn demê de bê pirsgirêk bimeşin ew bi hemû şiyana xwe hewl didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin