Îsraîl îsareta lêdana tesîsên nukleerî yên Îranê da

Îsraîl îsareta lêdana tesîsên nukleerî yên Îranê da

PeyamaKurd – Wezîrê yekîneyên bicîhkirinê yê Îsraîlê Tzachi Hanegbi got dê ti carê Amerîka li tesîsên nukleerî yên Îranê nede û dibe Îsraîl bi tena serê xwe tevbigere. Wezîr, bo Rêxistina Giştî ya Çapemeniyê KAN ê di mijarên xebatên Îranê yên nukleerî û pêngavên divê Îsraîl bavêje şiroveyan kir.

Tzachi Hanegbi got ku dibe bo pêşîlêgirtina xebatên nukleerî yên Îranê tenê rêya êrîşa leşkerî di destê Îsraîlê de bimîne û weha got:

“Wê Amerîka ti carê êrîşê tesîsên nukleerî yên Îranê neke. Bo talûkê ji holê rakin, dibe Îsraîl bi tena serê xwe tevbigere. Divê Îsraîl biryarê bide bê Îraneka nukleerî qebûl dike an na.”

Wezîr her weha got ku gelek zahmete û hem sînordare ku Îran karibe bikeve nava tevgerekî weka ya Îsraîlê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin