PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibehê li bajarê Ezazê û bajarokê Soran ê girêdayî Ezazê ku di bin kontrola artêşa tirk û komên çekdar de ne, 2 teqîn pêk hatin.
Li gorî zanyariyan, li bajaroka Soranê di encama teqandina otomobîla fermandarekî koma Cebhe El-Şamiye de, fermandarê wê komê Ebû Xalid El-Humsî birîndar bû.
Hat zanîn ku teqîna duyem jî li navenda bajarê Ezazê li nêzî Mizgefta Elî Bin Ebî Talib rû daye û zirarên madî çêbûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin