PeyamaKurd – Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî, derbarê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û civîna bi Mesrûr Barzanî re axivî û got, mijara herî girîng ligel Serokwezîr gotûbêj kirine, geşedanên herî dawî yên Sûriyê û hewldanên çareseriya siyasî bû.
Nesir Herîrî da zanîn, di civînê de li ser gefên li deverê axivîne, ji wan; gefên terorê û ew rêxistinên terorî ku gelê xwe ji nav dibin. Tevî behskirina hejmûna Îranê li deverê û qeyrana mirovî ku rûbirûyî gelê Sûriyê bûye, herwiha diyar kir ku behsa gotûbêjên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û PKKê de kirine.
Herîrî diyar kir: “Me behsa gelek tiştên cuda kir, gotûbêja me gelek girîng bû li ser pêwîstiyên wan penaberên ku xwe spartine Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî lipeyçûnê ji bo wan daxwazan dike.”
Herwiha di derbarê binpêkirinên li deverên Girê Spî û Efrînê de ku piraniya nişteciyên wan deveran Kurd in, Nesir Herîrî destnîşan kir: “Me behsa rewşa wan deverên Sûriyê kir ku ji aliyê Artêşa Niştimanî ve têne parastin.”
Herî dawî Nesir Herîrî eşkere kir: “Em hevnêrîn in ku îdareyeke dadperwerane li wan deveran hebe û divê sazî werin çalakkirin, da ku xizmetguzarî, asayîş û desteber bibe û jêrxana aborî were pêşxistin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin