PeyamaKurd – Hejmarek kesayet û serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê, bi sedema 16ê Tebaxê 74emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi rêya telefonê pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî kirin.
PDK 16ê Tebaxa 1946an bi rêbertiya Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî hatibû damezrandin. Îsal 74emîn salvegera PDKê û herwiha 74 saliya Serok Mesûd Barzanî ye ku roja damezrandina partiyê ji dayik bûye.
Hat ragihandin, bi boneya salvegera 74an a PDKê Birêz Omer Seyîd Elî, Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran û Mihemed Hacî Mehmûd, Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê û Belên Ebdulla, Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê û Çiya Newşîrwan Mistefa û Selîm Cibûrî, Endam û Serokê berê yê Encûmena Nûnerên Iraqê bi rêya telefonê peywendî ligel Serok Mesûd Barzanî kirin û bi helkefta bîranîna 74 saliya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahî li Serok Barzanî û serkirdayetî û kadir û endam û alîgirên PDKê kirin.
Herwiha di van peywendiyên telefonî de, tekezî li ser peywendiyên du alî û hemahengî û dostayetiya di navbera wan de hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin