PeyamaKurd - Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed li ser gotegotên boykotkirina proseya siyasî ya Iraqê ragihand ku wan proseya siyasî ya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê boykot nekiriye û got, serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê jî bi armanca rêgirtina li dubarebûna kêşeyên raboriyê ye.
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed îro 4ê Gulanê di civîneke rojnamevanî de li ser geşedanên dawî yên siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê daxuyanî dan û gotegotên ku dibêjin PDKê proseya siyasî ya Iraqê baykot kiriye, red kirin.
Mehmûd Mihemed li ser helwesta PDKê ya li Bexdayê got: "Me bi wî awayî boaykot nekiriye. Me tenê stafa xwe, parlamenter û wezîrên xwe bang kirine Hewlêrê, da ku em ji bo nirxandina rewşê, şêwirê ligel wan bikin." Mihemed tekez kir, helwesta PDKê di daxuyaniyên fermî de zelal e û nabe ku were şêwandin.
Armanca serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê
Berdevkê PDKê bal kişand ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê û got: "Serokê Herêma Kurdistanê wekî kesê yekem ê fermî yê Herêmê, dixwaze ligel kesê erkdarkirî yê avakirina hikûmetê, Çarçoveya Hevahengiyê û aliyên din ên Şîe û Sune biaxive. Armanc ew e ku ew xalên nerênî û kêşeyên ku di raboriyê de hebûn, di kabîneya nû ya Iraqê de dubare nebin."
Mihemed destnîşan kir, PDK dixwaze çarçoveyeke hevahengiyê ya rasteqîn ji bo birêvebirina welat were avakirin, da ku astengiyên li pêşiya xelkê Herêma Kurdistanê bi yekcarî werin rakirin.
Avakirina Kabîneya Dehem a Hikûmeta Kurdistanê
Li ser pirsa rojnamevanan a derbarê avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Mehmûd Mihemed got: "Heta niha di vê mijarê de ti tişt neguheriye."
Herwiha Mihemed eşkere kir, heta niha ti dîrokek ji bo civîneke nû ya di navbera şandên danûstandinkar ên PDK û YNKê de, ji bo gotûbêjkirina avakirina kabîneya dehem, nehatiye diyarkirin.