PeyamaKurd – Li Diyarbekirê ber destê êvarê du qeza çêbûn û di qezayan de 8 kes birîndar bûn ku ji wan 6 kes birînên wan giranin. Qeza li devera Seyrantepe çêbûn.
Di destpêka qezayê de otomobîlekî li refûjê xist û teqle avêt. Di otomobîlê de 4 kesên hebûn û birîndar bûn ku ji wan 2 kes birînên wan giranin.
Otomobîla dinê jî li kenarê rê xist û qelibî û di qezayê de 4 kes bi giranî birîndar bûn. Xelkê şahidên bûyerê tîmên tenduristiyê agahdar kirin. Tîmên tenduristiyê yên 112 ê diçin ciyê bûyerê û bi tîmên îtfaiyê re birîndaran ji otomobîlan derdixin.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyên der û dor bo tedawiya wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin