PeyamaKurd – Alîkarî û pêwîstiyên bijîşkî, ji aliyê Balyozê Giştî yê Komara Çekyayê yê li Hewlêrê Michal Svoboda, ji bo her sê nexweşxaneyên parêzgehên Hewlêr, Duhok û Helebceyê hat pêşkêşkirin û piraniya wan, ji bo nexweşxaneyên zarokan in.
Di çarçoveya bernameya hemahengî û geşepêdanê, Hikûmeta Çekyayê, li Herêma Kurdistanê ji sala 2017an, ve alîkariyên bijîşkî pêşkêş dike.
Balyozê Giştî yê Komara Çekyayê yê li Hewlêrê Michal Svoboda ragihand û got: “Em şeş hezar ton amûr û kelûpelên bijîşkî pêşkêşî Wezareta Tendirustî dikin, ku ji bo nexweşxaneyên zarokan ên Kurdistanê ne.”
Hêjayî gotinê ye, projeya bexşîna darayî di vê rewşê de ji bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê pêwîst e, ji ber ku kalîteya kelûpelan daketiye û ji bo başkirina xizmeta tendurustiyê dê sûdê jê werbigrin.
Rêveberê Giştî yê Tendurustiya Duhokê Efrasyab Mûsa diyar kir, ev kelûpel pêwîstiyên rojane ne û dê di demeke herî de bigihin nexweşxaneyên Zaxoyê ji bo pêşkêşî xizmeta welatiyan werin kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin