Li Dêrsimê çalaki hatin qedexekirin

Li Dêrsimê çalaki hatin qedexekirin

PeyamaKurd- Parêzgeriya Dêrsimê bi sedema belavbûna Kovid-19 ê li seranserê dinyayê,bo seranserê bajarê Dêrsimê tevgerên komkî û çalaki bo 15 rojan hatine qedexekirin. Parêzgeh ragihand ku li 120 welatên dinyayê pandemî bûye sedema panîkê.

Li gor biryara parêzgehê, tenê ku parêzgeh û qeymeqamiyên navçeyan dikarin îzna çalakiyên ku ew qebûl bikin an yên fermî bidin.

Di nava çalakiyan de civîn, xwepêşandan, meş, mîtîng, greva birsê, vekirina stendan, kampanya îmzayan, konser, aheng, konferans û çalakiyên weka wan bo 15 rojan hatine qedexekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin