Li Dêrsimê heya 8 ê meha Berfanbarê kirina çalakiyan qedexekirin

Li Dêrsimê heya 8 ê meha Berfanbarê kirina çalakiyan qedexekirin

PeyamaKurd – Li bajarê Dêrsimê û temamê navçên wê kirina çalakiyan heya 8 ê berfanbarê hatin qedexekirin. Biryar ji aliyê parêzgeha Dêrsimê de hat dayîn. Kesên bixwazin çalakiyekî an ahengekî lidarbixin, divê îzna hêzên asayîşê û parêzgehê bistînin. Di nav çalakiyên hatine qedexekirin de çalakiyên weka civîna çapemeniyê, meş û civîn, xwepêşandan, protesto, rûniştin, bîranîn, vekirina stendan, kampanya îmzayan, konser, aheng û tevgerên weka wan bi temamî ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.

Qedexe ji 24 ê mijdarê an ku îro siet di 00.01 ê destpêkiriye û heya 8 ê berfanbarê siet 23.59an dê dewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin