PeyamaKurd – Li ser êrîşên bi fuzeyan, endamê polîtburoya PDK ê Hoşyar Zêbarî di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyamekî belav kir. Zêbarî di peyama xwe de weha got:
“Vê êvarê 5 fuzeyên katyûşa avêtin bajarê Hewlêrê ciyên ku avahiyên dîplomatîk lê ne û hem xelkê din jî li wan dijî. Ciyê xweşiyê ye ku tiştek bi canî nehatiye. Lê ev êrîş bi aramnca xerabkirina îstîqrara herêma Kurdistanê ye.
Hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê li ciyê bûyerê kontrola xwe daniye û bo kesên bûyerê kirine, dest bi xebata girtina wan kirine. Ev tevliheviya hane nayê qebûlkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin