PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya DYAyê Pentagon ji bo di şerê li Rojhilata Navîn de stokên wan kêm bûne û hem ji bo envantera xwe ya leşkerî nûjen bikin, ji kongra Amerîkayê 18,2 milyar dolar pere xwest.
Li gor ragihandina Bloombergê; Pentagonê ji bo 67 milyar dolarî seredana kongrê kiribû lê di nav wan fonan de fona herî lezgîn ev fon e.
Armanca daxwaza vê fonê ev e ku di operasyonên êrîşên bi fuze û İHAyan de, stokên depoyan kêm bûne û divê ew stok tije bibin. Li gor belgeyên ku li ber destin, dê ev fon di sîstemên Patriotan, fuzeyên seyrê yên Tomahawk û THAAD (Parastina bilindahiya zêde ya herêmê)an de bên bikaranîn.
Ji heman pereyi, 5,7 milyar dolar tenê ji bo fuzeyên THAADê dê bê serfkirin û ji bo proja ku hêj neketiye deftera envanterê ku ya hewayiye û bi dizî tê girtin, ji bo wê jî 100 milyon dolar veqetandine.
Rayedarên leşkerî û kongresa Amerîkayê radigihînin ku di demen dawiyê de qelsbûna parastina baregehan ji ber kêmasiya stokên muhîmatane û ev jî ji bo ewlehiya leşker û baregehan talûkeye.