PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, civîneke taybet li ser danûstandinên ligel hikûmeta federal a Iraqê bi vîdyokonferansê li dar xist ku di wê civînê de biryar hat dayîn ku sibe 23yê Hezîranê Şanda Bilind a Danûstandinan serdana Bexdayê bike.
Serokwezîr Barzanî, di civînê de ragihandibû ku ew amade ne di çarçoveya mafên destûrî de bi hikûmeta federalî ya Bexdayê re hemû pirsgirêkan çareser bikin.
Barzanî herwiha bibîr xist ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de, di berjewendiya tevahiya welatiyên Iraqê de ye û faktoreke girîng e ji bo peydakirina armaniyê li navçeyê.
Di civînê de biryar hatiye dayîn ku şandeke bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî, sibe Sêşemê 23. 6. 2020an serdana Bexdayê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin