PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya dayika Ayişe ku dayika sê şehîdên şerê terorîstên DAIŞê ye peyamek belav kir
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, ji bo Dayika Şehîdan Ayişe peyama serxweşiyê belav kir û da zanîn, dayika Ayişe nimûneya xweragirî û qurbanîdanê bû.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Bi mixabiniyeke mezin, me nûçeya koça dawiyê ya dayika Ayişe me bihîst, ku dayika sê şehîdên qehreman ên Kurdistanê û nimûneya xweragirî û qurbanîdanê bû. Pirse û serxweşiya germ li malbata wê ya birêz radigihînin. Xwedêyê mezin giyana wê bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyayê bi kesûkarê wê bibexişe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin