PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Lutkeya BRICS a Brezilyayê di civîneke rojnamevanî de axivî û li ser mijara Sûriyê got ku wan bi operasyonên li Sûriyê ji sedî 90ê erdên Sûriyê ji terorîstan paqij kiriye.
Pûtîn herwiha bal kişand ser alîkariya Amerîkayê jî di paqjikirina terorê de û got, “Divê em vê qebûl bikin û rasterast bibêjin. Alîkariya Serok Trump jî tê de heye.”
Serokê Rûsî da zanîn ku erê ew li Sûriyê bi ser ketine, lê nikarin îdia bikin ku ji sedî sed erka xwe bicih anîne, lê hedefên dema destpêkirina operasyonan hatine bidestxistin.
Pûtîn metirsiya derketina ji Sûriyê ya terorîstên cîhadî li ser cîhanê jî bibîr xist û got, “Ev bi taybet ji bo welatên Ewropayê derbas dibe. Ji bo Amerîka jî xeteriyek wiha heye. Hemû welat di bin xeteriyê de neb Loma jî divê karê bê kirin were yekalîkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin