Tirkiye û PKKê di derbarê ser da encamên nû askere kirin

Tirkiye û PKKê di derbarê ser da encamên nû askere kirin

PeyamaKurd – Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, di şerê li dijî gerîlayên PKKê da leşkerek li Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin û 3 gerîlayên PKKê jî can dane. Herwiha Hezên Parastina Gel (HPG) ragihand, 13 leşkerên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Berevaniya Tirkiyê, cîgirê efserekî Artêşa Tirkiyê li wan navçeyên ku Tirkiyê operasyonan encam dide li nava axa Başûrê Kurdistanê, hatiye kuştin.

Ew leşkerê hatî kuştin navê wî Ethem Demîrcî bûye û termê wî bo navçeya Havza ya Samsunê hate şandin.

Li gor heman daxuyaniyê, di wî şerî de 3 gerîlayên PKKê jî canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê li ser çalakiyên gerîla xwe yên li Heftanînê li daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya HPG do Yekşemê 12ê Tîrmeha 2020 serê sibehê li herêma Dola Beraza ya qada Xantûrê li dijî leşkerên Tirkiyê ku hewl didan ji bejahî ve bi pêş ve biçin, Hêzên wan ji sê baskan ve êriş pêk anîne û li gorî agahiyên hatin wergirtin 13 leşker hatine kuştin.

Herwiha hate ragihandin, ku şerê li herêmê berdewam e.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja 15.06.2020, operasyoneke asmanî bi navê ‘Çengê Baz’ bo ser pêgehên gerîlayên PKKê li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin û 2 roj piştî wê êrişa asmanî jî serbazên Tirkiyê li devera Heftenînê li nav xaka Başûrê Kurdistanê dest bi êriş û operasyona bejahî kirin ku heta niha berdewam e.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin