Li dijî Benjamîn Netanyahû xwepêsandan: Êdî here..

Li dijî Benjamîn Netanyahû xwepêsandan: Êdî here..

PeyamaKurd – Li Îsraîlê, beriya hilbijartinan bi 2 rojan, car din li dijî Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû girseyek ji 20 hezaran zêdetir, derket qadan û bi dirûşmên ‘Leh’ ku wateya wê ‘Êdî here’ ye, daxwaza dest ji kar berdana wî kirin.

Xwepêşandana li dijî Serokwezîrê İsraîlê Benjamîn Netanyahû, li nêzî danîşgeha wî hat lidarxistin. Xwepêşanderan daxwaz kir, ev xwepêşandan a dawî be û diyar kirin: ‘‘ Heger Netanyahû li deshilat bimîne, em ê jî her dem werin’’

Xwepêşandanên li dijî Netanyahû, her şemî pêk tên. Ya herî dawî ku 20ê Adarê pêk hat, xwepêşandana herî mezin bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin