Talîban agahiyên sas dide û Pencsêr neketiye destê wan

Talîban agahiyên sas dide û Pencsêr neketiye destê wan

PeyamaKurd – Rojnamevanê serbixwe Murteza Xaliqî  ku niha li Afxanistanêye ragihandiye ku li Afxanistanê şerê navbera Cepha Berxwedanê ya Gel ya Afxanistanê û Talîbanê dewam dike. Cephe ji bo lihevhatinê 3 şertan daye pêşiya Talîbanê. Hem Talîban dibêje ku wan navçeya Paryanê xistine destê xwe. Rojnamevan Xaliqî ji bo tora medyayê Rûdawê gotiye ku ji do êvarê de siet ji 21.00 ê û bi şûnda elektrîk û înterneta Pencşîrê birîne, têkiliya Pencşîrê bi dinyayê re nemaye.

Rojnamevan Xaliqî ragihandiye ku do bi hevalekî xwe yê rojnamevan yê li Pencşîrê re axifiye û weha gotiye:

“Hevalê min yê rojnamevan got ku roja pêncşemê şer dijwar bûye, hêzên Ahmed Mesûd an ku Cephê 100 endamên Talîbanê dîl girtiye, paşî ji bo niyeta xwe ya paqij nîşan bide wan serbest berdane û ji bo agirbesê 3 şert dane pêş.”

Xaliqî behsa 3 şertên Pencşîrê kiriye û ew jî wehanin:

-Divê di hukumeta nû de %30 erkê bidin serpereştên Pencşîrê,

-Sîlihên di destê Pencşîrê de ne weka tank, top, sîlihên giran û sivik wê Talîban destê xwe nede wan û li Pencşîrê bimînin.

- Heya Cepha Berxwedanê ya Gel ya Pencşîrê nebêje erê, wê Kabîl nûner, rêvebiran wekîl tayîn neke.

Xelkê Pencşîrê Tacîk in û milletekî cuda ye. Dixwaze weka pêkhayekî li Afxanistanê bê qebûlkirin. Di çapemeniya Awrûpa de behsa 1500 endamên Talîbanê têkirin ku di destê Tacikan de dîl hatine girtin lê Talîban xwe nade ber agahiyên rast.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin