PeyamaKurd- Hêzên Amerîkayê li Sûriyê li bajarê Dêrezorê sîstema bergiriyê ya îrtîfa nizim bo parastina seha petrol û xazê danî. Seha ku sîstem lê hatiye danîn seha bi nave Konîko ye. Tê gotin ku heman sîstem dê bo seha petrolê ya Omer jî bê danîn.
Berdevkê koalîsyona di bin serokatiya Amerîkayê de Albay Myles B. Caggins di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku nûçeyên di çapemeniyê de dertên û dibêjin Amerîka sîstema Patriotan li Sûriyê daniye, ne rast e.
Li aliyek jî sewqiyatên leşkerî yên Amerîkayê bo baregehên leşkerî dewam dikin. Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê 11 baregehên leşkerî çi yên hewayî û çi yên bejayiyê hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin