Nêçîrvan Barzanî ji bo terora li navçeyên Kurdistanî hisyarî da: Gelekî metirsîdar e

Nêçîrvan Barzanî ji bo terora li navçeyên Kurdistanî hisyarî da: Gelekî metirsîdar e

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15ê Hezîranê derbarê êrîş û kiryarên dawî yên terorê li ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser dubarebûn û berfirehbûna berdewam ya êrîşên terorîstî li Iraqê, bi taybetî jî li navçeyên maddeya (140) ya destûrê û got, “Rewşeke gelek metirsîdar û aloz ji bo nîştecihên wan navçeyan li tevahiya pêkhatên olî û neteweyiyan aniye holê ku demeke dirêj e gefa kuştin û revandin û derxistinê li ser wan e û vê dawiyê jî bi berdewamî berhemên wan yên çandiniyê dişewitînin û rojane wan dikin armanca êrîşa dirindaneyên terorîstî û têne şehîd kirin.”

Barzanî hişyarî da û diyar kir, “Wekî çendîn car berê jî me hişyariyê li metirsiya rewşê daye, dûpat dikin ku berdewamiya vê rewşê gefê li asayîş û aramî û pêkvejiyanê dike û ji bo rûbirûbûna vê metirsiyê û parastina ser û malê welatiyan û pêkhatên wan navçeyan, mekanîzmeke çalaktir ya hemahengiya Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û hevkariya Pêşmerge û hêzên Iraqiyan û berdewamiya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş pêwîste, ji ber ku terorîstan valahiyeke emnî ya wan navçeyan wekî derfetek dîtine, Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî li vê navê da hemû hewl û karînên xwe de berdewam dibe.”

Nêçîrvan Barzanî li ser êrîşa dawî ya terorîstî ya li ser du gundên Kakeyî yên li navçeya Xaneqînê jî bibîr xist ku di encamê de hejmarek welatî şehîd û birîndar bûn û got, “Ev mînakeke berbiçav ya pêşketina metirsî û alozîya rewşê ye ku divê gavên bi lez ji bo pêşgirtina wan bên avêtin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiyê de ew êrîş şermezar kirin û sersaxî xwest; “Ji bilî wê yekê ku bi tundî wan tawankariyan şermezar dikin, pirse û sersaxiyê pêşkêşî malbat û kesukarên wan dikim û hevbeşê xema wan im. Xwedayê mezin hedarê bide wan û hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin