PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Ukraynayê Mariya Zaharova, li ser mijara krîza zad û veguhestina genimê Ukraynayê bo welatên cîhanê got ku Rûsya amade ye ji ser benderên Mariupol û Berdyanskê destûra keştiyên bazirganî bide.
Zaharova diyar kir ku hêzên Rûsyayê rewşa guncaw a korîdora însanî li Deryar Reş û Deryaya Azakê pêk anîye û êdî hinardeya berhemên çandiniyê û genim dikare ji ser benderên Mariupol û Berdyanskê bê kirin.
Herwiha Zaharova da zanîn ku wan ji bo serbest berdana hinardeyê û derbasbûna keştiyên bazirganî jî merc daniye ku rêveberiya Kîevê xwe dev ji hewldanên aloziyê berde û kiryarên çandina mînan neke.
Zaharova got, “Bi vê mercê em amade ne berpirsiyariyên xwe bicih bînin û destûra hinardekirina zad, gubre, enerjî û berhemên din bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin