Balyozê Çînê yê li Şamê Qi Qianjin ragihand ku wê Çîn di çareserkirina krîza Sûriyê de roleka mezintir bistîne.
Dîplomatê Çînê ji ajansa welatê xwe, ji Şinhua re axifî got: “Ez dibêjim wext hatiye ku bo pêşdeçûna Sûriyê û avakirina wê ya ji nû de, mirov li serê hûr bibe. Ez dibêjim di vê pêvajoyê de welatê Çînê wê bêhtir alîkariya hukumeta Sûriyê û xelkê wê bike.”
Balyozê Çînê seredana nexweşxaneya Zanko ya Muwasat ya Şamê kir û rêvebirê nexweşxanê sipasiya wî kir. Berê jî wezîrê karê ragihandinê yê Sûriyê gotibû ku piştî tamîrkirina rêya hesin, dikarin heya Çînê ragihanadinê bikin.
Li gor rojnama Çînê ya Global Timesê ji meha nîsanê heya niha herî kêm 30 karsazên Çînî bo kar seredana Sûriyê kirine.
Berê jî di çapemeniya dinyayê de hatibû ragihandin ku bo avakirina Sûriyê ji 250 mîlyar dolarî heya 1 trîlyon dolarî pêdivî bi pere heye û di avakirina Sûriyê de para herî mezin ya Çînê ye. Hetta Çîn dest bi bingeha danîna sanayiya Sûriyê kiriye û 2 mîlyar dolar pere jî lê serf kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin