PeyamaKurd – Piştî destpêkirina êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, girtiyên DAIŞê ku metirsiyeke mezin in ji herêmê û cîhanê re, ketine nav liv û tevgerê. Çavkaniyên herêmê radigihînin ku kampên girtiyên DAIŞê wekî bombeyên li ber teqînê ne û ji ber operasyona Tirkiyê jî hêviya reva ji kampan di wan de peyda bûye.
Herî dawî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê radigihînin ku îro serê sibê jinên DAIŞî yên di Kampa Holê ya li başûrê Hesekê de, alozî derxistin û hewl didin ji kampê birevin.
Hêjayê gotinê ye, di kampa Holê de bi deh hezaran jin û zarokên terorîstên DAIŞê hene û Kampa Holê weke xeternaktirîn kampa cîhanê tê naskirin.
Li gorî agahiyên ji kampê, piştî ku dewleta tirk û komên radîkal ên girêdayî wê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin, malbatên terorîstên DAIŞê jî ketin nava liv û tevgerê û jinên DAIŞî hewl didin tevliheviyê di kampê de derxin da ku ji xwe re derfetê bibînin û ji kampê birevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin