Bilind Îsmaîl: Kêseyên navbera PDK û YNKê hatine mezinkirin

Bilind Îsmaîl: Kêseyên navbera PDK û YNKê hatine mezinkirin

PeyamaKurd Berpirsê Liqa Du ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Bilind Îsmaîl li ser destpêşxeriya gotûbêja aliyên siyasî axivî û diyar kir, her dema ku YNK amade be, ew wek PDK, wê serdana wan bikin û got, ji bilî gotûbêjê tu rêyeke din li ber PDK û YNKê tuneye.

Bilind Îsmaîl ji K24ê re daye zanîn, nîgeraniya PDKê jî heye, lê belê naxwaze li medyaya civakî û ragihandinê peyaman bişîne û ji ber vê yekê xelkê Herêma Kurdistanê nîgeran bibe.

Îsmaîl li ser çareserkirina kêşeyên PDK û YNKê bal kişand ser rêya gotûbêjê û eşkere kiriye: “Kêşeyên navbera PDK û YNKê hatine mezinkirin û dibe ku bi rûniştinekê an bi du rûniştinan hemû werin çareserkirin.” Herwiha gotiye, gelek karên din ên mezin hene dikarin bi hev re encam bidin.

Di berdewamiyê de Bilind Îsmaîl destnîşan kiriye: “Nabe tu partiyeke siyasî gefa du îdareyî an vekişîna ji hikûmetê, an jî çûna hembêza Bexdayê, wek karteke siyasî bi kar bîne an jî xwe wek xwediyê serweta navçeyekê bibîne, da ku gefê li aliyekî din bixwe, ev xeta sor e, nabe tu aliyek destê xwe bibe wê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin