PeyamaKurd - Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ji medya welatê xwe re ragihand ku sedema kêmkirina hejmara dîplomatên xwe li Iraqê eşkere kir.
Berpirsê Amerîkî ku navê wî nehatiye dayîn ji televizyona El Hurre ya Amerîkî re ragihandiye ku hê jî welatê wan tîma xwedî hêz li Iraqê hiştiye bi sedema bicihanîna armancên Washingtonê.
Wî berpirsî wekî sedemên kêmkirina hejmara dîplomatên Amerîkî li Iraqê jî da zanîn, kêmkirina karmendan ji ber gefên ewlehiyê ye ku ji aliyê Îran û peyrewên wê ve pêk tê.
Hêjayî gotinê ye, doh 18ê Kanûnê Wezareta Derve ya Amerîkayê biryara kêmkirina hejmara dîplomatên xwe yên Iraqê dabû û hejmar ji 486 kesan daxistibû 357 kesan ku heta meha Gulana 2020an ew hejmar nayê guhertin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin