PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî raihand ku rewşa parêzgeha Duhokê ji ber belavbûna virusa koronayê xirab e û ji ber wê jî wan biryar dane herî kêm qedexeya çûnûnatinê heta 24 demjimêrên din bidawî bikin.
Li Hewlêrê piştî ragihandina qedexeya 6 rojan, asankarî hatibû kirin û qedexeya derketina nav bajêr û vekirina bazaran ji îro saet 18:00 ve hatibû rakirin.
Li Duhokê jî piştî zêdebûna haletên nû yên koronayê parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî di civîneke rojnamevanî de ragihand, ew dixwazin herî kêm heta 24 demjimêrên bê, qedexeya çûnûhatinê li parêzgeha Duhokê hebe, ta bikarin hemû kesên bi koronayê ketine kom bikin, çi li karantîneyê yan jî li nexweşxaneyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin