Amerîka wê desteka dewletê nede koçberan

Amerîka wê desteka dewletê nede koçberan

PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê qanûneka nû amade kir ku li gor wê, piştî serokê Amerîkayê Trump biryarnameyê îmze bike, wê dewlet alîkariya koçberên muhtaç bibire û nema îqamê bide wan. Wê biryarname roja çarşemê ji aliyê Trump de bê îmzekirin.

Li gor ragihandina Koşka Sipî sedema derxistina qanûn ew e ku dewlet bo hemwelatiyên xwe yên ku muhtacın, alîkariyan vediqetîne û naxwaze wan pera bide koçberan. Mijara dinê jî ew e ku dewlet dixwaze mukellefên xwe yên bacê biparêze. Li gor biryarnameya nû; ew koçberên ku niha li Amerîkayê ne dê alîkariya dewletê ji ser wan bê birîn. Di beyana Koşka Sipî de weha dewam dike:

“Ev pêngav wê bike ku koçberên tên Amerîkayê mecbûrin li ser lingên xwe bimînin û xwe nespêrin alîkariya ku dewlet dide wan.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin