PeyamaKurd - Parlementoya Kurdistanê hefteya pêşiya me li ser projeyasaya reforman ya ku hikûmeta Kurdistanê doh pesend kiribû, dicive.
Projeyasaya çaksaziyan a hikûmeta herêma Kurdistanê ku doh di dengdana Civata Wezîran de hatibû pesend kirin û îro bo parlamenê hatibû şandin, ji 20 bendan pêk tê.
Berdevkê komîsyona darayî ya parlementoya Kurdistanê, Celal Mihemed Emîn li ser mijarê ragihand, Parlementoya Kurdistanê roja duşema hefteya bê ango 16ê Kanûna îsal ji bo gengeşîkirina projeyasayê dicive.
Li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê, dema projeyasayek her ber destê parlamenê û tê de pirsgirêkên cidî tunebin, piştî sê xwendinan ji aliyê parlementoyê ve tê pejirandin û dikeve meriyetê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin