Stoltenberg: Ukrayna dê di vî serî de bi ser bikeve

Stoltenberg: Ukrayna dê di vî serî de bi ser bikeve

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li ser piştgiriya NATOyê ya leşkerî ku dide Ukraynayê axivî. Stoltenberg di axaftina xwe de da zanîn ku dê Ukrayna di vî şerî de li dijî Rusyayê bi ser bikeve.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Jens Stoltenberg ve hat dayîn, welatên NATOyê piştgiriya çekdarî ya ji bo Ukraynayê dewam dikin. Li gorî dîtina Stoltenberg a ku bi rêya CNNê ragihand û got,

 “Ez tevlî wê fikirê dibim ku dê Ukrayna bi ser bikeve. Hêzên Ukraynayê, di hefteyên dawî de destkeftiyên girîng bi dest xistine. Ev serkeftin, helbet a leşkerên wêrek ên Ukraynayê ye.”

Stoltenberg bal kişand ser alîkariya welatên NATOyê ya ji bo Ukraynayê jî û diyar kir ku di vê serkeftinê de rola cebilxane, çek, HIMARS û sotemeniyan jî heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin