Hewlêr | 'Depoyên çekan ji temasa elektrîkê teqiyane, ziyan ne mezin e'

Hewlêr | 'Depoyên çekan ji temasa elektrîkê teqiyane, ziyan ne mezin e'

PeyamaKurd - Berpirsê Wezareta Pêşmerge ragihand, teqîna depoyên çekan ji ber temasa elektirîkê bûye.

Îro danê sibê du depoyên çekan yên pêşmergeyên Zêrevanî ku girêdayî Wezareta Pêşmerge ne teqiyan.

Endamê fermandehiya Zêrevanî û berpirsê rewşenbîrî û medyaya wê hêza taybet ya Kurdistanê, Dêdewan Xurşîd li ser wê rûdanê da xuyakirin, berbangeha sibeha îro derdora saet 4 ew rûdan qewimî ye û sebeba wê temasa elektirîkê ye.

Fermandarê Pêşmerge ji BasNewsê re gotiye, di encama wê teqînê de hinek çek û cebilxane ku zêde kêr nedihatin teqiyane. Tiştek bi kesî nehatiye, ziyan tenê madî ne û herwiha komîteyek bo lêkolînkirina wê rûdanê hatiye avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin