PeyamaKurd - Dema birêveçûna merasîma sondxwarina serokê nû yê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Serok Mesûd Barzanî hevdîtinek pêkanîn.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê hilbijartin û destbikarkirina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Serok Mesûd Barzanî pîroz kir û serkeftin jê re xwest.
Herwiha di hevdîtinê de girîngiya pêwendiyên Tirkiyê yên ligel Herêma Kurdistanê hat axaftin.
Hat zanîn ku di hevdîtinê de pêwendiyên mêjûyî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatine gotûbêjkirin û herdu aliyan pêgirî li ser bihêzkirina pêwendiyan kirine. Wezîrê Derve yê Tirkiyê amadebûna welatê xwe bo beşdariya avadankirina Mûsilê û navçeyên din anî ziman.
Herwiha di hevdîtinê de, rewşa siyasî û geşedanên dawî yên li herêmê jî hatin gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin