PeyamaKurd - Parlamenterê HDPê yê Amedê, Îmam Taşçier bi peyamekê pîrozbahî li Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îmam Taşçier li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî Twitterê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kiriye, ku wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Îmam Taşçier di peyama xwe de wiha dibêje:
“Hilbijartina birêz Nêçîrvan Barzanî ya ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê pîroz dikim û ez bawer im ji bo yekîtiya gelê Kurd û aramiya herêmê dê berpirsyariyek giran bigre ser milê xwe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin