PeyamaKurd- Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde, li ser mijara endamtiya NATOyê ya Swêdê axivî. Linde got ku hêviya wan heye endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya NATOyê, di heman wextê de û îsal pêk were.
Ann Linde, ji bo ajansa nûçeyan a fermî ya Swêdê TTê axivî û di derbarê pêvajoya endamtiya NATOyê de agahî dan. Linde diyar kir ku hêviyên wan hene endamtî beriya sala 2023yan çêbibe û got,
“Divê hikûmeta Tirkiyeyê, serdana me ya endamtiya NATOyê, pêşkêşî meclisa xwe bike. Ew dixwazin encamên peymana sêalî ya ku me li Madridê destnîşan kiribû bibînin û dibêjin ku pirsgirêka bingehîn, têkoşîna li dijî terorê ye.
Em jî li ser vê dixebitin. Tirkiye, daxwazên xwe yên radestkirinê li me dike. Em jî radestkirinan li gorî mevduatên xwe û peymana Ewropayê digirin dest.”
Wezîr Linda bi berdewamî diyar kir ku dibe Tirkiye erêkirina endamtiya swêdê, heta havîna bê dirêj bike û got,
“Divê ev heger tevlî hesaban bê kirin. Ji ber vê yekê jî saxlemiyên me ji Amerîka, Brîtanya û welatên Îskandînavê girtine, gelek gelek girîng in.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin