Rûsya: Em ji hewlên Amerîkayê yên bikaranîna Kurdan aciz in

Rûsya: Em ji hewlên Amerîkayê yên bikaranîna Kurdan aciz in

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, "Em ji hewlên Amerîkayê yên derbarê hokara Kurdan de ku ji bo parçekirina Sûriyê wan bikar tîne, aciz in.”

Lavrov li Moskowê di civîneke çapemeniyê de diyar kir, li bakurê rojhilatê Sûriyê di navbera Kurdan û Ereban de aloziyeke cidî heye û wiha axivî: “Em di hevdîtinên ligel Kurd û Ereban girîngiya rêzgirtina ji yekparçebûna Sûriyê re û pêkanîna danûstandinan tînin ziman. Kurd eleqedariya xwe bo dîyalogê  nîşan didin.”

Wezîrê Rûsî herwiha diyar kir ku ‘Amerîka yekparçebûna Sûriyê dixe xeteriyê û ji bo li Rojhilatê Firatê pozîsyona qaşo dewletbûnê xurt bike Kurdan bikar tîne’ û got:

"Em ji hewlên Amerîkayê yên derbarê hokara Kurdan de ku ji bo parçekirina Sûriyê wan bikar tîne, aciz in.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin