Hikûmeta Afganistan û Talîban cara yekem peymaneke nivîskî îmze kirin

Hikûmeta Afganistan û Talîban cara yekem peymaneke nivîskî îmze kirin

PeyamaKurd - Hikûmeta Afganistanê û nûnerên Talîbanê ragihandin ku wan ji bo domandina hevdîtinên aştîyê peymaneke pêşnûmeyî îmze kiriye.

Hat ragihandin ku piştî şerê 19 salan ev yekem peymana nivîskî ye ku herdu alî îmze dikin.

Peymana ku hatiye îmzekirin wek nexşerêyeke qonaxa pêşî tê dîtin û rê li ber her du alîyan vedike daku ser mijarên cidî danûstandinan bikin.

Endamê şandeya hikûmeta Afganistanê Nadir Nadirî ragihandiye ku wan şiklê dawî yê proseduran amade kiriye û ew dê danûstandinan êdî ser rojevê çêbikin.

Tevgera Talîbanê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê piştrast kir ku wan peyman îmze kiriye.Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Afganistanê Zalmay Xelîlzad jî diyar kir ku her du alîyan ser nexşerêya sîyasî û danûstandinên bo agirbesteke berfireh peymaneke sê rûpelî îmza kirine, lê naveroka peymanê nehat eşkerekirin.

Hat diyarkirin ku ev peymana piştî hewildanên Amerîkayê yên li paytexta Qeter Dohayê yên domdirêj pêk hatiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin