Çima ku bi tirkî bersiv neda anketa TUIKê ceza lê birîn

Çima ku bi tirkî bersiv neda anketa TUIKê ceza lê birîn

PeyamaKurd - Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, jineke 50 salî ji ber ku nekarî bi zimanê Tirkî bersiv bide karmendên rapirsiyê yên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK), 1055 lîre cezayê pereyan lê hat birîn. Tenzîre Çetîn got e ku ji ber Tirkî nizane û bersiv nedaye pirsên karmendên TUÎKê, ev ceza jê re hatiye birîn.

Li gor nûçeya rojnameya herêmî ya Êlihê ya bi navê "Son Soz", karmendên rapirsiyê yên Rêveberiya Herêmî ya Sêrtê ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) di sala 2015an de li Êlihê ji Tenzîre Çetîn re çend pirsyar kirin û ji ber ku Tenzîre Çetîn zimanê Tirkî nizane, diyar kiriye ku naxwaze bersiv bide.

Hefteya derbasbûyî ji aliyê Daîreya Bacê ve belgenameya cezayê ji Tenzîre Çetîn re hatiye şandin ku têde hatiye diyarkirin, ji ber ku beşdarî rapirsiyê nebûye, 1055 lîre ceza jê re hatiye birîn.

Berpirsên TUÎKê yên herêmê dibêjin: “Karmendên me yên rapirsiyê yên TUÎKê, di lêkolînên meydanî de diçin malan. Ji bilî mirin, nexweşî û nebûna li malê, beşdariya rapirsiyê neçarî ye. Eger hemwelatî beşdarî rapirsiyê nebe, ji dadgehê bo mala hemwelatî agahdarî diçe. Divê di nav 7 rojan de bersiv bide wê agahdariyê. Eger bersiv nedabe agahdarkirinê jî ji aliyê dadgehê ve li gor Yasaya Rapirsiyê tê cezakirin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin