PeyamaKurd - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentara berê ya Colemêrgê Leyla Guven, îro 17ê Îlonê li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku Hevseroka KCDê Leyla Guven 2 rojin ji bo beşdariya hin bernameyên cemawerî li Colemêrgê bû. Hîn sedema binçavkirina Leyla Guven nehatiye zanîn.
Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Saîd Dede li ser twitterê got, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi awayekî kêfî hatiye binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin