PeyamaKurd - Berdevkê fermî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) nûçeya derbarê namzedkirina Dilşad Barzanî bo posta Wezîrê Derve yê Iraqê derewand û ragihand ku ew wê nûçeya namzedkirina kesekî bo kabîneya Iraqê red dikin û bêyî çavkaniyên dirust hatiye belavkirin.
Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed bi daxuyaniyekê li ser pişk û beşa PDKê di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa Federal de ragihand ku malpera Xendan nûçeyek belav kiribû ku xwedê girawî Dilşad Barzanî namzedê PDKê ye bo erka wezareta derve ya kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa federal.
Mihemed got, “Em vê nûçeyê red dikin û radigehînin ku bi ti awayekî rast nîne. wek gelek caran jî me teqez diyar kiriye, pêwîste saziyên çapemeniyê pişt bi çavkaniyên dirust ve girêbidin û xwe ji nûçeyên nerast dûr bigrin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin