PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ragihand, cenazeyê kalemêrekî 80 salî ku 9ê Hezîranê ji aliyê komên çekdar ‘Hêzên El Nuxba û Sultan Murad’ ve hatibû revandin, bi awayekî îşkencekirî hatiye dîtin.
Rêxistinê bi zarê zanyariyên xwecihî da xuyakirin, çekdarên ‘Hêzên El-Nuxba’ û ‘Sultan Murad’ li Efrînê welatiyê bi navê Arif Ebdo Xelîl ê 80 salî 9ê meha Hezîranê ji gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê revandine û doh 10ê Hezîranê jî cenazeyê Arif Ebdo hatiye dîtin ku li ser cenazeyê wî şûna îşkenceyê hebûye.
Rêxistina Mafên Mirovan daye zanîn ku çekdaran 10 hezar dolarên Arif Ebdo dizîne.
Li gorî zanyariyan kalemêrê bi navê Arif Ebdo Xelîl ‘Arif Xatûnê’ nikaribû bimeşiya û gelek nexweşiyên giran jî pê re hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin